Elî Esedî: Hikumeta Iraq û Tirkiyeyê lihevkirine

Serokê Encûmena Siyasî ya Tevgera Nuceba binpêkirin û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Herêma Kurdistan û bêdengiya Hikumeta Bexda û Hewlêrê ya dijî dagirkeriyê şermezar kir û got; “Diyare Hikumeta Iraq û Tirkiyeyê lihevkirine.”

Elî Esedî: Hikumeta Iraq û Tirkiyeyê lihevkirine
1 tîrmeh 2024   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Encûmena Siyasî ya Tevgera Nucebe ya li Iraqê Elî Esedî derbarê êriş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Herêma Kurdistan û bêdengiya hikumetê ya dijî dagirkeriyê, li ser hesabê xwe yê X’ê peyamek belavkir.

Elî Esedî destpêkê bêdengiya Hikumeta Bexda û Hewlêrê ya dijî dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir û got; “Ev siyasetmendaren gihiştine qonaxa xiyanetê. Divê beşek ji peyama siyasetmedarên Bexda û hemû siyasetmedarên din, nîştimanperwerî be. Lê niha lal û bêdeng bûne, yan jî wisan didin nîşan ku ev mijar ti peywendiya xwe bi wan ve nîne.”

Di dawiya peyama xwe de Elî Esedî dibêje; “Ev siyasetmendarane gihiştine qonaxa xiyanetkariyê, ka hikumeta Iraqê li kuye? Civîn û serdanên berpirsên Iraq û Tirkiyeyê, wisan didin nîşandan ku Iraq û Tirkiye, li ser binpêkirina serweriya welatê me, lihevkiribin.”