Rojnameyên erebî: Komîteya Peywendiyên Erebî ya Sûriyeyê careke din dikeve rojevê

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de bal kişand ser hewldanên Komîteya Peywendiyên Erebî ya Taybet a Sûriyeyê yên lidarxistina civîna duyemîn, nakokiyên DYA û Îranê yên li Iraqê, her wiha aloziya di navbera Îsraîl û Hizbullah de.

Rojnameyên erebî: Komîteya Peywendiyên Erebî ya Sûriyeyê careke din dikeve rojevê
1 tîrmeh 2024   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Weten a nêzî hikumeta Şamê li ser têkiliyên Şamê yên bi welatên Ereban re nûçeyek bi sernavê ‘Komîteya Peywendiyên Erebî ya Taybet a Sûriyeyê careke din derdikeve pêş’ weşand. 

Li gorî rojnameyê ku agahiyên xwe ji çavkaniyeke dîplomatîk a erebî wergirtine, civînên komîteyê dê di demeke nêzîk de careke din dest pê bikin, lê dema lidarxistin civînan nehat diyarkirin.

Hat destnîşankirin ku aliyên erebî yên cihê xwe di komîteyê de digirin, li hev kirin ku di demeke nêzîk de bicivin. Hate gotin, dibe civîna komîteyê li paytexta Iraqê Bexdayê be.

Di dewama nûçeyê de hate diyarkirin ku sedema hiştibû civînên komîteyê werin taloqkirin, şerê li Xezayê ye û wiha hate gotin: "Di demên dawîn de hewldanên dîplomatîk ên Ereban ên ji bo rakirina astengiyên li pêşiya xebatên komîteyê zêde bûn. Di encama van hewldanan de tevahî aliyan li hev kir ku di demeke nêzîk de civîna duyemîn pêk were. Aliyên erebî pir bi israr in ku civîna komîteyê di demeke nêzîk de pêk were."

‘DYA, ROLA DADGEHA IRAQÊ YA PÊŞXISTINA SERWERIYA ÎRANÊ LI WELAT DIŞOPÎNE’

Rojnameya El Ereb têkildarî hebûna Îranê ya li Iraqê û nêzîkatiyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) wiha nivîsî: "Eleqeya DYA’yê ya bi berfirehbûna Îranê ya li Iraqê ya di serdema hikumeta Çarçoveya Hemahengiyê de, nîşan dide çawa serketina nisbî ya hikumetê ya di hin qadan de, ji Washingtonê re bûye pirsgirêk. Nemaze ku ev hikumet bûye bingeha pêşxistina serdestiya baskên Îranê li welat.”

Li gorî rojnameyê pêşnûmeyek tê sazkirin da ku di parlamantoya DYA’yê de were nîqaşkirin û hate gotin, li gorî pêşnûmeyê Meclisa Bilind a li Iraqê û serokê wê Faîq Zeydan ‘di bin kontrola Îranê de’ ne. Hat destnîşankirin ku bi vê pêşnûmeyê dê rê li ber hebûna Îranê ya li Iraqê were girtin.

‘LUBNAN; DI NAVBERA SENARYOYÊN ŞER Û ÇARESERIYÊ DE’

Rojnameya El Beyan cih da daxuyaniyên Îsraîlê yên îhtîmala ku şerekî topyekûn di navbera Îsraîl û Hizbullahê de derkeve. Hate gotin, der barê van daxuyaniyan de nêrînên cuda hene.

Li gorî rojnameyê, xetereya ku qada şer berfireh bibe, gelekî kêm e. Hat bibîrxistin ku rêveberiya DYA’yê de zextê li her du aliyan dike da ku aloziyê bi rêbazên dîplomatîk çareser bikin, di heman demê de wezîrê parastinê yê Îsraîlê piştgiriya xwe bi çareseriya aştiyane re nîşan da.

(bb)