Elewiyên revandî di navendên îşkenceyê de ragirtine

Di 6'ê Adarê de li herêmên peravê yên Sûriyeyê êrişan dest pê kiribû û bi hezaran Elewî hatibûn qetilkirin û gelek kes jî hatibûn revandin. Derket holê ku kesên revandî li 2 navendên îşkenceyê yên li Humsê ragirtine.

Elewiyên revandî di navendên îşkenceyê de ragirtine
26 tîrmeh, 2025   14:58
NAVENDA NÛÇEYAN 

Malpera Lekolin.org nûçeyek weşand û tê de agahiyên nû li ser êrişên komên çete yên li bajarên Lazkiye, Tertûs, Hema û Humsê dan. Êrişan 6'ê Adarê dest pê kiribû û li gorî çavkaniyên cuda, hezar û 500-3 hezar kes hatibûn qetilkirin.

Li gorî nûçeyê, ji bilî kesên di êrişan de hatine kuştin, gelek kes jî hatine revandin û birine navendên îşkenceyê.

Di nûçeyê de raporên saziyên mafên mirovan ên li ser mijarê hatin bibîrxistin û hate diyarkirin ku komên Lîwaya 400’an, Seraya Ensar El Sunne, Sultan Suleyman Şah, Artêşa Îslamê, Ehrar El Şam, El Hamzat û Partiya Îslamî ya Tirkistana Rojhilat tev li êrişan bûn.

Hate diyarkirin ku revandin û komkujî li herêmê didomin, rapora ku Neteweyên Yekbûyî  li ser revandina jin û zarokên keçîn a li Sûriyeyê amade kiriye, hate parvekirin. Li gorî raporê "ji Adara 2025'an ve li Lazkiye, Tertûs, Hema, Hums, Şam û Helebê 38 jin û zarokên keçîn ên Elewî ji aliyê çeteyan ve hatine revandin”.

Hat destnîşankirin ku hejmara jin, zarok û mêrên hatine revandin 100 derbas kiriye û ji sedî 20’ê wan bi îşkenceyê hatine înfazkirin.

Li gorî nûçeyê, Kampa Îbn El Heysem a li Humsê ku di dema rêjîma Baasê de wek cihê perwerdeya leşkerî ya ji xwendekarên zanîngehê re dihat bikaranîn û niha navenda kombûnê ya hêzên leşkerî ye, her wiha avahiyeke Partiya Baas ku wek navenda veşartî dihat bikaranîn û avahiyeke ku berê wek klînîk dihat bikaranîn, ji bo ragirtina kesên revandî dihatin bikaranîn.

ANHA