Zextê li Rojhilatê Kurdistanê didomin

piştî ragihandina agirbesta navbera Îsraîl û Îranê ve, zext û binçavkirinên rejîma Îranê ya li ser welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê zêdetir bûne. Di vê çarçoveyê de du welatiyên Kurd hatin binçavkirin û çarenûsa çar girtiyên din jî nediyare.

Zextê li Rojhilatê Kurdistanê didomin
26 tîrmeh, 2025   15:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranê di derbarê binçavkirina welatiyên Kurd û Îranê û rewşa girtiyan de agahiyan parve kir.

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku du welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine binçavkirin û rewşa çar girtiyên din jî nediyare.

Agahiyên ku li ser girtiyan hatine parvekirin, wiha ne:

Roja 24’ê Tîrmehê welatiyê Kurd yê bi navê Kebîr Gulabî (40) xelkê gundê Cehferawa ya ser bi navçeya Miyandawid a girêdayî Mihabadê ye, ji aliyê hêzên Îranê ve bêy fermana dadwer hat binçavkirin û ber bi cihek nediyar ve birin.

Roja 23’yê Tîrmehê welatiyê bi navê Şahîn Zuqî, li mala xwe ya li Tehranê ji aliyê hêzên Îranê ve bêy fermana dadwer hat binçavkirin. Şahîn Zuqî di sala 2013’an de jî bi tometa ‘heqaret kiriye’ şeş sal ceza lê hatibû birîn û di sala 2018’yan de hatibû berdan.

Her wiha nêzî meheke welatiyê Kurd ê bi navê Şehab Esed Zadeyî (23) yê xelkê bajarê Seqiz yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye binçavkirin û heta niha ti agahiyek di derbarê çarenûsa wî de nehatiye dayîn. Şehab Esed jî bêy fermana dadwer hatiye binçavkirin.

Hunermend û şanogerê Kurd yê bi navê Emîn Kerîmî yê xelkê Urmiye ye, ev 23 rojin hatiye binçavkirin. Heta niha jî nekariye bi telefon yan jî hevdîtinê li gel parêzer û malbata xwe de baxive.

Her wiha welatiyê bi navê Emîr Emcedî (21) yê xelkê bajarê Merîwanê ye, ev şeş rojin bêy fermana dadwer ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye binçavkirin û çarenûsa wî nediyare.

Girtiyê siyasî yê Ereb ê bi navê Mesûd Cameî yê xelkê Şaxkopal a ser bi bajarê Ehwaz jî ku salek girtîgeh û cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, tevî bi nexweşiyên giran ketiye jî, lê ji mafê wî yê dermankirinê hatiye bêparhiştin.

Hêjayî gotinê ye ji dema ragihandina agirbesta di navbera Îsraîl û Îranê ve, heta niha zêdetirî 318 welatî û çalakvanên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên ser bi wezareta Îtlaeta Îranê ve bêy fermana dadweran hatine binçavkirin.