Êlên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê kom dibin
Rêveberiya Xweser, MSD û QSD wê bi êlên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re civînek berfireh çêbikin.

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) wê 25’ê Gulanê bi êlên herêmê re civîneke berfireh çêbikin.
Li gorî komîteya amadekar a civînê, heta niha sardana gelek rûspiyên êlan, kesayetên civakî û olî hatiye kirin, hevdîtin hatine kirin. Tê gotin ku hejmareke zêde ya berpirsyên erîşan, oldar û kesayet tevlî civînê bibin.
Civînên Êlan beriya niha carekê hatibû lidarxistin. Hatibû plankirin ku civîna duyemîn a êlan, 20`ê Mijdara 2022`yan bê çêkirin, lê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, hatibû taloqkirin.
(şx/a)
ANHA