Rêxistina zarokan bang li aliyên pêwendîdar kir
Rêxistina Stêrk a Mafên Zarokan li hemberî qetilkirina zarokan ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê kirin, bang li aliyên peywendîdar kir.
Rêxistina Stêrk a Şopandin û Parastina Mafên Zarokan derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gundewarên Kantona Efrîn-Şehbayê, birîndarkirin û qetilkirina zarokan de daxuyaniyek da.
Di çalakiya ku gelek zarok jî tevlî bûn de, wêneyên zarokê bi navê Farist Îbrahîm ê ku di êrişa dewleta Tirk a 18’ê Gulanê de birîndar bû û duh (19`ê Gulanê) şehîd bû, hatin hildan.
Daxuyanî li pêşiya navenda Rêxistina Stêrk a li bajarê Qamişlo ji aliyê endama rêxistinê Rojda Xelîl ve hat xwendin.
Rojda Xelîl êrişên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiye navneteweyî şermezar kir û got: “Em bang li aliyên peywendîdar dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin û rê li ber êrişên dewleta Tirk bigirin.”
(sb/a)
ANHA