Elektirîk biha bûye, şênî gazincan dikin

Fatoreyên elektirîkê li Sûriyeyê gelekî bilind bûne. Şênî ji vê yekê ne razî ne û daxwaz dikin li gorî rewşa wan çareseriyekê bibînin.

Elektirîk biha bûye, şênî gazincan dikin
15 nîsan, 2026   06:45
HUMS

Li hemû parêzgehên Sûriyeyê bihayê elektirîkê bilind bûye. Şênî ji vê yekê bêzar bûne û dibêjin bihabûn "ne realîste", di hinek rewşan de mîlyon lîreyên sûriyeyî derbas dike. 

Bi dehan şêniyên di ku ji vê rewşê aciz bûne di rêzeke dirêj berê xwe dan ofîsan û îtîrzê kirin.

Li gorî ku şênî dibêjin, fatoreyên dema dawîn derketin li gorî elektirîka wan bi kar aniye, gelekî bilind in û diyar kirin ku ew elektirîkê zêde bikar nayînin lê belê bihabûna wê gelekî bilind e û ev yek gelekî giranî li wan dike.

Şêniyên bajarê Humsê dibêjin ku saetên dayîna elektirîkê ne sabit in û destnîşan dikin ku elektirîk rojê 2 saet an 4 saetan tê û fermî tiştek ji wan re nehatiye gotin. 

GEL JI VÊ REWŞÊ ACIZ BÛNE

Li Humsê ku hejmareke mezin şêniyan berê xwe dane navendên şirketên elektirîkê û  bi saetan disekinin ji bo fatoreyê  elektirîkê vegerînin û nerazîbûna xwe tînin ziman.

Mihemed Ewad ê ku teqawid bûye got: "Ez her meh mûçeyê xwe 800 hezar û 50 lîreyên sûriyeyî digirim û matmayî mam dema ku fatoreyên elektirîkê 900 hezar lîreyê Sûriyeyê ye. Bihabûna fatora elektirîkê ji mûçeyê min zêdetir e. Eger xwediyên min bi min re nebin alîkar ez nikarim fatora elektirîkê bidim."

Samir El Hemewî yê xwediyê dikana sebzeyan e got: "Fatora meha Mijdar û Kanûna sala 2025`an ya elektirîkê milyonek û 900 hezar lîreyê Sûriyeyê bû. Berê fatoreyên elektirîkê 80 hezar lîreyê Sûriyeyê derbas nedikir. Em li malê gelekî elektirîkê bikar nayînin çawa fatora ew qasî zêde ye?"

Hemwelatiyê bi navê Sîmon ê ku bi navê Ebû Tonî tê naskirin axivî: "Fatora elektirîkê ya ku dane wî 9 milyon lîreyê Sûriyeyê ye. Li malê me tablêtên enerjiya rojê danîne û ev bûye çend meh em ji tora elektirîkê qut in. Zehmet e ku ez vê fatorê bidim. Divê ev pirsgirêk zû were çareserkirin."

Çavkaniyên herêmî jî gotin ne tenê beşek ji civakê gazinca fatorên elektirîkê dikin gelek malbat hene nikarin fatorên elektirîkê bidin. Mînak dayîka Tewfîq heye, hevjînê wê miriye û du zarokên wê yên astengdar hene. Dayîka Tewfîq ji şirketa elektirîkê derket û digriya, dema ku fatora elektirîkê dît ku 4 milyon û 500 hezar lîreyên Sûriyeyî, şoq derbas kir. Dayîka Tewfîq li ser xêra derdorên xwe, zarokên xwe xwedî dike, ew nikare fatora elektirîkê bide.

Hemwelatî dibêjin ku şirket di hesabên xwe de şaştî kirine û divê ev fatorên elektirîkê careke dîtir ber çavan re werin derbaskirin. Her wiha gotin ku kesek bersiv nade wan û eger ev rewşa elektirîkê wisa berdewam bike, dê gelek malbat di bin barê fatoran de bimînin.

BIHABÛNA ELEKTIRÎKÊ, BARÊ ŞÊNIYAN GIRAN KIRIYE

Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê meha Cotmehê sala 2025`an biryar da ku bihabûna elektirîkê  li gorî çiqasî tê bikaranîn, diyar bikin. Wezareta Enerjiyê diyar kir ku ev biryar hatiye girtin da ku barê hemwelatiyan giran nebe û xizmeta gel bikin.

Li gorî biryarnameya li ser Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) hatibû belavkirin, bihabûna 300 kîlowat 600 lîreyê Sûriyeyî ye. Di astekî dîtir de jî bihabûna elektirîkê dighîje hezar û 400 lîreyê Sûriyeyî. Ji xwe bihabûna elektirîkê li cihên bazirganî û pîşesazî hîn zêdetir dibe.

Li gorî hemwelatî dibêjin elektirîk berê erzan bû. Bihabûna kîlowatekî digihîşte 10 hezar lîreyê Sûriyeyê. Niha bihabûna elektirîkê gelekî bilind bûye û barê hemwelatiyan giran kiriye.

Elektirîk bûye krîzekî aborî

Hemwelatiyên Humsê dibêjin fatorên elektirîkê li gorî elektirîka bikar tînin, gelekî bilind û biha ne. Gelek malbat hene ku nikarin debara jiyan xwe bikin û rewşa wan a madî lewaz e.

Hemwelatiyên Sûriyeyê ketine rewşeke yan dê fatorên elektirîkê bidin, an jî dê elektirîkê li ser wan qut bikin. Rewşa wan a aborî vî barî ranake. Hemwelatî daxwaz dikin ku fatorên elektirîkê careke dîtir ber çavan re derbas bikin û ev pirsgirêk were çareserkirin. 

(np)

ANHA