El Coher: Komkujiyên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berdewama yên li peravê û Siwêdayê ne

Sekreterê giştî yê Partiya El Weten a Sûriyeyê diyar kir ku sûcên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê qewimîn berdewama rêzekomkujiyên li herêma peravê û Siwêdayê e. 

El Coher: Komkujiyên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berdewama yên li peravê û Siwêdayê ne
16 ÇILE, 2026   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN
BOTAN HISÊN

Ji 6`ê Çile ve, çeteyên hikumeta demkî, li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê komkujiyan dikin, rasterast bi çekên giran wan topbaran dikin û sivîlan direvînin.

Sekreterê giştî yê Partiya El Weten a Sûriyeyê Sabit El Coher fikar û xemgîniya xwe li ser komkujiyên ku ji hêla çeteyên hikumeta demkî ve li her du taxan hatine kirin, anîn ziman. El Coher, pêkanîna komkujiyan ji aliyê hikumetê ve bi bicihneanîna peymanên 1`ê Nîsanê û 10`ê Adarê û nebûna îradeya hikumeta demkî ji bo pêkanîna wan ve girê da.

El Coher bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya têkildarî komkujiyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku tenê “daxuyaniyên qels" dan û nebûna helwesteke wan a hişk ji bo bidawîkirina şer.

El Coher da zanîn ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê di nav dewleta nû ya Sûriyeyê de xwedî maf û berpirsiyarî ne û ew dizanin ku aliyên navneteweyî li ser hesabê gelê Sûriyeyê berjewendiyên xwe dişopînin. El Coher got: "Gelê Sûriyeyê bûye amûrek di destê aliyên navneteweyî de.”

Her wiha destnîşan kir ku hikumeta demkî ji hilweşîna rejîma berê ve tu tedbîrên destûrî yan qanûnî negirtine da ku ewlehî û aramiya welatiyan û hemû pêkhateyên Sûriyeyê misoger bike.

Sabit El Coher diyar kir ku her kesê li pişt komkujiyan be, kî be bila bibe, dijminê gelê Sûriyeyê ne û kiryarên wiha li gorî hemû zagon, peyman, ol û adetan nayên qebûlkirin.

El Coher wiha lê zêde kir: "Ev mijar ji bo me nayê qebûlkirin û em yekitiya Sûriyeyê û hemû civakên wê dixwazin."

Sabit El Coher bal kişand ser girîngiya pêkanîna Peymana 10`ê Adarê bi garantiyên navneteweyî û ew peyman wek gaveke ber bi avakirina Sûriyeyê ve li ser bingehên demokratîk û nenavendî bi nav kir. El Coher hişyarî da ku pêkneanîna peymanê dê herêmê bixe nav qonaxeke pevçûn, kaos û şer.

Di dawiyê de sekreterê giştî yê Partiya El Weten a Sûriyeyê Sabit El Coher diyar kir ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê li Sûriyeyê xwedî rolek bingehîn in û her pêkhateyek beşeke yekgirtî û resen a welêt e. El Coher got: "Tu hikumet, çi ya niha be çi ya siberojê be, nikare nasnameya tu pêkhateyên resen tune bike.”

ANHA