Di êrişa Rûsya ya li ser Ukraynayê de 3 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku hêzên Rûsyayê bombeyek arasteyî bajarê Zaporizhzhia yê Ukraynayê kir. Di encamê de 3 kes hatin kuştin.

Di êrişa Rûsya ya li ser Ukraynayê de 3 kes hatin kuştin
16 tîrmeh, 2026   22:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Waliyê bajarê Zaporizhzhia yê li başûrê Ukraynayê Ivan Fedorov di nivîsekê de ku li ser Telegramê weşandiye got, di êrişeke bombeyî ya Rûsyayê ya li ser bajêr de 3 kes hatin kuştin.

Fedorov da zanîn ku ji ber êrişê zerar li malan û avahiyên ne niştecihbûyî bûn û şewat derket.

 (bb)