Medyaya erebî agirbesta sist a Lubnanê û dosyaya bêçekkirina komên iraqî nirxandin

Medyaya erebî cih da agirbesta sist a li başûrê Lubnanê, bangên parastina sivîlan û rawestandina şer, her wiha astengiyên li pêşiya dosyaya bêçekkirina komên çekdar ên Iraqê.

Medyaya erebî agirbesta sist a Lubnanê û dosyaya bêçekkirina komên iraqî nirxandin
5 hezîran, 2026   10:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî di rojevên xwe yên îro de rewşa Lubnan, Iraq û astengiyên li pêşiya lihevkirina agirbestê nirxandin.

‘BAŞÛRÊ LUBNANÊ DI NAVBERA AGIRBESTA SIST Û BANGÊN HIŞK DE’

Rojnameya Şerq El Ewsat ku cih da rewşa agirbestê li başûrê Lubnanê diyar kir ku alozî dewam dike û metirsî hene ku qada şer berfireh bibe. Rojnameyê bal kişand ser bangewaziyên şêniyên bajarên Sûr û Nebetiyê ku fikarên xwe ji ber bandorên şer li ser jiyana xwe û siberoja herêmê anîn ziman. Hate gotin, ev bangewazî nîşanî zêdebûna daxwazên gel ên parastina sivîlan û ewlehiya herêmê ye. Hate destnîşankirin ku li gel van bangewaziyan nîqaşên li ser rola çek û bandora wê li ser rewşa ewlehî û civakî li başûr dewam dikin.

‘IRAQ LI SER XETA GERM E: HEVSENGIYA ZEHMET A EL ZEYDÎ’

Malpera Esas Medya li ser dosyaya bêçekkirina komên çekdar ên li Iraqê nivisî û diyar kir ku hikumeta Iraqê ji ber nakokiyên di navbera komên çekdar ên li ser mekanîzmaya bêçekkirinê, li pêşberî pirsgirkên mezin e.

Hate gotin, armanc ji tevgerên siyasî û ewlehiyê jinûve birêxistinkirina têkiliyên di navbera dewletên û komên çekdar de ye. Her wiha bal kişand ser zextên zêde yên herêmî û naveteweyî, bi taybetî yên ji aliyê DYA’yê ve yên bi armanca arastekirina Bexdayê ber bi pêşxistina desthilata saziyên fermî ve.

Di nivîsê de her wiha îşaret bi nakokiyên di nav hêzên şîe de jî hat kirin û hate diyarkirin ku hin alî destekê didin beşdarbûna di projeya dewletê û saziyên wê de û yên din ên bi vebijêrka parastina çekan ve girêdayî ne, di heman demê de nîqaş li ser siberoja rola Heşdî Şabî.

‘AGIRBESTÊN TRUMP DI RAWESTANDINA TUNDIYÊ DE TÊK DIÇIN; SEDEM ÇI NE?’

Ajansê Reutersê bal kişand ser sedemên têkçûna peymanên agirbestê yên bi navbeynkariya DYA’yê di gelek pevçûnên herêmî de wekî Xeza, Lubnan û aloziyên di navbera Washington û Tehranê de.

Ajansê destnîşan kir ku tevî ragihandina agirbestê ya li pey hev berdewamiya operasyonên leşkerî, dijwarbûna veguherîna ji peymanên demkî bo çareseriyên daîmî nîşan dide.

Hate gotin, li gorî lêkolîneran, nebûna pêşketina siyasî û dijwarbûna ji bo hemî aliyan ku tawîzên pêwîst bidin faktorên herî girîng de ne ku rê li ber xurtkirina agirbestan digirin.

(bb)