DYA wê ji bo girtina 5 fermandarên Muxafizên Şoreşê xelat bide

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku her kesek di derbarê 5 fermandarên payebilind ên Artêşa Muxafizên Şoreşê ya Îranê de agahiyan bi wan re parve bike, wê 10 milyon dolar xelat bidinê.

DYA wê ji bo girtina 5 fermandarên Muxafizên Şoreşê xelat bide
25 tebax, 2026   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di daxuyaniya xwe ya bernameya “Ji bo edaletê xelat” (Rewards for Justice) de, ragihand ku ew ê ji bo fermandarên payebilind ên Artêşa Muxafizên Şoreşê ya Îranê 10 milyon dolar xelat bide.

Di daxuyaniyê de fermandarên navborî ji êrîşên sîber û çekdarî yên li dijî berjewendiyên DYA’yê berpirsyar tên girtin. DYA’yê her wiha diyar kir ku ji xeynî xelata pere, wê derfetê “parastin û sewqkirina cihekî bi ewle” bide kesên ku derbarê van fermandaran agahiyan parve bike.

Fermandarên di lîsteyê de evin:

Ehmed Vahidî: Fermandarê Giştî yê Artêşa Muxafizên Şoreşê ya Îranê

Elî Abdullahî: Serfermandarê Giştî yê Biryargeha Navendî ya Hatemu’l-Enbiya

Seîd Aga Canî: Fermandarê Yekîtiya Balafirên Bêmirov a Hêzên Hewayî ya Muxafizên Şoreşê

Hamid Riza Leşkeriyan: Serokê Fermandariya Elektronîk û Sîber a Muxafizên Şoreşê

Macid Hademî: Serokê Teşkîlata Îstixbaratê ya Muxafizên Şoreşê