Îlham Ehmed û Mezlûm Ebdî bi Ehmed El-Şera re hevdîtin kirin

Çavkaniyek taybet ji ajansa me re ragihand ku hevdîtina di navbera Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û Serokê Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyeyê Ehmed El-Şera de dest pê kiriye

Îlham Ehmed û Mezlûm Ebdî bi Ehmed El-Şera re hevdîtin kirin
25 tebax, 2026   13:01

Çavkaniyeke taybet ji ANHA`yê re ragihand ku îro li Şamê di navbera Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk Îlham Ehmed, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî û Serokê Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şera civînek pêk hat.

 Li gorî heman çavkaniyê ev serdan di çarçoveya nîqaşa hejmarek ji dosya û dozên giştî, diyaloga têkildarî pêşketin û geşedanên li herêmê de pêk tê.