Ji destpêka şer ve li Xezayê73 hezar û 431 kes hatine kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku hejmara giştî ya kuştiyan ji destpêka şer di 7ê Cotmeha 2023an de gihîştiye 73 hezar û 431 kesan, her wiha 174 hezar û 437 kes birîndar bûne.

Ji destpêka şer ve li Xezayê73 hezar û 431 kes hatine kuştin
25 tebax, 2026   12:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê îro ragihand ku di 24 saetên borî de 9 cenaze û 36 birîndar gihîştine nexweşxaneyên li Xezzayê.

Wezaretê diyar kir ku ji dema agirbesta 11`ê Cotmehê ve hejmara giştî ya kuştiyn gihîştiye 1 û 296 kesan, di heman demê de hejmara birîndaran gihîştiye 4 û 296 kesan.

Bi vî awayî, li gorî amarên ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ve hatine weşandin, hejmara giştî ya kuştiyan ji destpêka şer di 7ê Cotmeha 2023an de gihîştiye 73 hezar û 431 kesan û 174 hezar û 437 kes jî birîndar bûne.

(k)

ANHA