Koçberên Efrînê hêviyên vegera malên xwe anîn ziman

Piştî salên koçberiya bi darê zorê, şêniyên Efrînê yên koçber bi boneya cejnê hêviyên xwe ji bo vegera bi rûmet û ewle bo malên xwe nû dikin. Tekane tiştê ku ew dixwazin ev e ku di van cajnan de darên zeytûnê ji nû ve biçînin.

Koçberên Efrînê hêviyên vegera malên xwe anîn ziman
Koçberên Efrînê hêviyên vegera malên xwe anîn ziman
Koçberên Efrînê hêviyên vegera malên xwe anîn ziman
23 adar, 2026   02:45
HESEKE
BOTAN HISÊN

Şêniyên Efrînê yên koçber piştî zêdetirî 8 salên ji koçberiya bi darê zorê li benda vegera li malên ne. Bi boneya cejnên Remezanê û Nowruzê, ew hêviyên xwe yên vegera malê û çandina darên zeytûnê ji nû ve nû dikin.

jina koçber Elîf Şêxo, ku bi eslê xwe ji navçeya Bilbilê ye, der barê mijarê got, "Xwesteka min ji a vê cejnê vegera bo Efrînê, bo mal û axa xwe ye," û destnîşan kir ku divê vegera wan bi ewle be û rûmeta wê û rûmeta hemî xelkên Efrînê yên ku bi darê zorê koçber bûne biparêze.

Apê Elî Ebduela, ji navçeya Şiyê ye, hêviya xwe anî ziman ku serkeftin dê bi rizgarkirina Kurdistana dagirkirî û yekbûna Kurdan li çar perçeyên wê bi dawî pêk were.

Ebdela bi boneya cejnê hêvî kir piştî salan têkoşîn, berxwedan û êşê, vegere Efrîn û got, "Em vegera ku hêjayî sebra me be, ku rûmeta me biparêze, pêdiviyên me bicîh bîne û darên zeytûnên me vegerîne, diwazin. Tekane tiştê ku em dixwazin zeytûnên axa me ne."

Jina koçber Fadiya Mistefa, ji gundê Cûqê, destnîşan kir ku tenê daxwaza wan vegera Efrînê ye bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş). Fadiya diyar kir ku ew vegera bi giştî dixwazin, ne vegera takekesî.

Xelkê koçber ê Efrîn di salên 2018, 2024 û 2025an de, ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê, her wiha êrişên dawî yên ji aliyê komên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve, 3 caran rastî pêlên koçberiya bi darê zorê hatine.

Piştî peymana ku di 29`ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hikûmeta Demkî de hatiye îmzekirin, nêzîkî 400 malbatên koçber ên ji Efrînê vegeriyane malên xwe.

Li gorî daxuyaniyên Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li parêzgeha Hesekê, Siyamend Efrîn biryar e ku hemû şêniyên koçber ên Efrînê piştî cejna Remezanê vegerin deverên xwe.

(k)

ANHA