Dorpêça li ser Kobanê didome firneya sereke pêdiviya şêniyan peyda dike

Dorpêça li ser bajarê Kobanê bandor li hemû waran kiriye. Firneya sereke ya bajêr bi hemû hêza xwe dixebidte û  pêdiviya welatiyan a nan peyda dike, rojane 40 hezar tûrên nan çêdike.

20 sibat, 2026   09:03
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Ji 20ˊê Çileyê de komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê dorpêçeke giran li ser Kobanê daye destpêkirin. Firneya sereke ya bajêr bi hemû hêza xwe dixebidte û  pêdiviya welatiyan a nan peyda dike, rojane 40 hezar tûrên nan çêdike.

Der barê mijara zehmetî û peydakirina nan de, berpirsê karkerên Firneya Nan a Alî ya bajarê Kobanê Mihemed Hisên û yek ji karkerên firneyê Ebdulselam Seîd Welo ji ajansa me re axivîn.

Mihemed Hisên diyar kir ku Kobanê hîna di dorpêçê de ye, lê li gel derfetên heyî firne ranewestiye û got: "Nêzî 100 karker di finreyê de dixebitin. Di dema şer û êrişan de firne û karker 24 seetan dixebitîn, gel jî pê re dibû alîkar.  Di şer de her 6 an 7 saetan karkeran xebata çêkirina nan dewrî yên din dikir."

Hisên da zanîn ku ji ber koçberiya şêniyan ji gundewaran ber bi hundirê bajarê Kobanê ve, hejmara gel zêde bû, rojane nêzî 40 hezar tûrên nan ji bo dabînkirina pêwîstiyên welatiyan tê çêkirin. Li Kobanê tenê ev firne dixebite.

Hisên destnîşan kir ku heta 25 rojan ji dorpêçê firne 24 saetan di xebatê de bû, hin xeterî ji ber vê xebata zêde li ser firneyê hebûn ku ji xizmetê derkeve hebûn. Hisên diyar kir ku "Ji ber dorpêçê zehmetiyên peydakirina ard û sotemeniyê dikişînin. Lê ji bo gelê xwe em ê li ser pêyan bin û xizmetî wan bikin."

Karker Ebdulselam Seîd Welo jî girêdayî mijarê got ew ê xizmetî gelê xwe bikin û diyar kir ku "Em ê ji bo vî gelî berxwedêr di nava xizmetê de bin. Em diwestin lê em ê li hember van zehmetiyan bi ser bikevin."

Welo di dawiyê de got divê bi awayekî lezgîn dorpêça li ser bajarê Kobanê rabe.

Di çarçoveya piştgiriya gelê Rojava de, bi taybet jî piştgiriya bajarê Kobanê yê dorpêçkirî, di 11ˊê Sibatê de gelê Bakurê Kurdistanê alîkariyên mirovî û pêdiviyên bingehîn kom kirin, bi rêya Platfroma Parastin û Piştgiriya Bajar a Amedê karwanek ji 17 kamoynan tê de xurek û pêdiviyên bingehîn hene, derbasî bajarê Kobanê kiribû.

(fr)