Trump înîsiyatîfa "Konseya Aştiyê" ya jinûve avakirina Xezayê da destpêkirin

Serokê Amerîkayê înîsiyatîfa "Konseya Aştiyê" ya ji bo jinûve avakirina Şerîda Xezayê bi piştevaniya berfireh û sozdayîna malî ya mezin da destpêkirin.

Trump înîsiyatîfa "Konseya Aştiyê" ya jinûve avakirina Xezayê da destpêkirin
20 sibat, 2026   00:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump civîna yekem a "Konseya Aştiyê" li Washingtonê ya ji bo jinûve avakirina Şerîda Xezayê ya piştî şer vekir.

Civîn bi beşdariya 47 dewletan, bi amadebûna YEˊyê weke çavdêr hat lidarxistin. Di civînê de girîngî ji bo jinûve avakirina Xezayê, peydakirina aramiyê bûn. Ji bo jinûve avakirinê dewletan di nav de jî piranî ji dewletên Kendavê soz da ku zêdetirî 7 milyar dolaran bidin û Amerîkayê jî got ew ê 10 milyar dolar bide.

Di civînê de berpirsên payebilind, di nav wan de Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Sa'ar û Serokwezîrê Qeterê Mihemed bin Ebdurehman El Sanî jî hebûn.

(fr)