Dîroknas Mihemed El Ezo wefat kir

Lêkolîner û dîroknas Dr. Mihemed El Ezo îro di 77 saliya xwe de wefat kir.

Dîroknas Mihemed El Ezo wefat kir
6 hezîran, 2025   12:29
REQA

Lêkolîner û dîroknas Dr. Mihemed El Ezo îro serê sibehê wefat kir. Mihemed El Ezo yek ji kesayetên herî girîng ên di warê arkeolojiyê de li Sûriyeyê ye. Dr. Mihemed El Ezo li taxa El Meşleb a li rojhilatê bajarê Reqayê ji dayik bû. Li Zanîngeha Çekoslovakyayê beşa arkeolojiyê qedandiye. Bi salan li Gerînendetiya Şûnwaran a Reqayê kar û xebatê dimeşîne û serpereştiya gelek mîsyonên kolandinên li herêmê dike.

Mihemed El Ezo di sala 1980’yî de li ser xebatên jinûveavakirina navenda lêkolîner û arkeologên Alman a li girê dîrokî yê Til Beyayê sekinî ku 6 salan dewam kir. Her wiha çavdêriya xebatên vekolandinê kir ku ji hêla lêkolênerên Alman ve li Reqa û gundewarên wê ve hatin kirin. Zêdetirî vê yekê serokatiya mîsyonên arkeolojîk ên xwecih kir û beşdarî kolandinên gelek deverên arkeolojîk bû. Dîsa jî bi tîmên biyanî û herêmî re beşdarî xebatên kolandinê bû.

El Ezo ji sala 1978’an ve heya sala 2017’an ve wekî rêveberê Muzexaneya Reqayê ya Daîreya Şûnwaran û Muzexaneyan xebat da meşandin. Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê, jî wekî pisporê şûnaran bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar û xebat da meşandin, piştre jî wekî rêveberê Muzexaneya Şûnwaran hat wezîfedarkirin.

El Ezo ku mîrateyeke dewlemend a zanistî li du xwe hişt gelek pirtûk derxistin. Ji pirtûkên wan "Şaristaniya Firatê Navîn û Belîxê". Di sala 2021’an de pirtûkek bi navê Reqa di dema borî û ya heyî de" derxist. El Ezo di sala 2004’an de roleke sereke di damezirandina Komeleya El Adiyat de lîst.

(bb)