Li Xezayê 4 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin

Li bajarjê Xan Yûnisê yê li başûrê Xezayê di encama hilweşîna avahiyekê de 4 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin û 11 leşker jî birîndar bûn.

Li Xezayê 4 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin
6 hezîran, 2025   12:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Tora El Erebiya, li bajarê Xan Yûnisê yê li başûrê Xezayê di encama hilweşîna avahiyeke bombekirî de 4 leşkerên Îsraîlê hatine kuştin û 11 leşker birîndar bûn.

Hate ragihandin ku hêzên Îsraîlê tank ber bi başûrê Xan Yûnisê ve şandine û hêzeke mezin a Îsraîlê li taxa Tifahê ya Xezayê bi cih bûye.

(bb)