Dîmenên SÎHA’ya dewleta Tirk ku ji aliyê gerîla ve hatibû xistin

Dîmenê balafira bê mirov ya dewleta Tirk ku li Asosê ji aliyê gerîlayên azadiyê ve hate xistin, hatin weşandin.

Dîmenên SÎHA’ya dewleta Tirk ku ji aliyê gerîla ve hatibû xistin
9 hezîran, 2024   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

HPG’ê duh bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku hêzên gerîla li Asosê SÎHA ya bi tîpa ANKA ya ayîdê dewleta Tirk xiste xwarê. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê duh bi daxuyaniyekê ragihand ku gerîlayên azadiyê balafirek bê mirov ya dewleta Tirk a dagirker xistine û wiha hatibû gotin: “6’ê Hezîranê di saet 23.00’an de SÎHA ya bi ANKA ya ayîdê dewleta Tirk li asîmanên Asosê difiriya. Hêzên me yên gerîla derbe li balafira bê mirov û bi çek da û xiste xwarê.

Hate tespîtkirin ku SÎHA ya bi tîpa ANKA ya ji aliyê hêzên me ve hatî xistin, ketiye nêzî bajarê Dukan a rojavayê Asosê.”