Dîmenên dibistanên ji ber êrişên dagirkeriyê zirar dîtine

Di encama topbaran û bombebaranên dewleta Tirk a dagirker li dijî Qamişloyê de gelek dibistanan zirar dîtin.

29 kanûn, 2023   12:29
QAMIŞLO
XALID ETÊ

Mîna her salê di 25′ê Kanûnê de ji bo pîrozbahiyên Cejna Noelê dibistanê tatîl dike, lê îsal betlaneya dibistanan di vê rojê de ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve hatin bombebarankirin û zirarên mezin dîtin.

Dewleta Tirk a dagirker di roja Cejna Noelê de êrişên xwe li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî Qamişloyê bi rêya balafirên bêmirov zêde kirin, binesazî, saziyên xizmetguzarî, mal û milkên welatiyan kirin armanc, heta dibistan û baxçeyên zarokan jî hatin bombebarankirin.

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê aşkera kir ku di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de 712 dibistan ji xizmetê derketin, 89 hezar û 418 xwendekar ji xwendinê mehrûm bûn, dagirkeriyê li kantona Cizîrê 5 dibistan yekser kirine armanc. Her wiha li kantonên Firat, Efrîn û Şehbayê jî xebata perwerdê hate sekinandin.

Ajansa me zirarên bi 3 dibistanên li Qamişloyê bûne şopandin; Dibistana Îbrahîm Henano li taxa Meyselon, Dibistana Lehdo Mesûd li taxa Mehete ya Qedîm (stasyona kevn) û Dibistna Bint Cibêl li taxa Elaya.

Dibistana Lehdo Mesûd hema bi çend metreyan nêzîkî Çapxaneya Sîmav a ku balafira bêmirov bombebaran kiriye, ye. Di encama bombebaranê de gelek odeyên havînê yên dibistanê zirar dîtin, camên pencereyan şikestin û ji xizmetê derkete.

(fr)

ANHA