Di şerê Rûya û Ukraynayê de 5 kes hatin kuştin

Di şerê Rûsya û Ukraynayê de li herêma Belgorod a Rûsyayê 3 kes û li bajarê Xerson ê Ukraynayê 2 hatin kuştin.

Di şerê Rûya û Ukraynayê de 5 kes hatin kuştin
8 cotmeh, 2025   15:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de dewam dike.

Li gorî rayedarên herdu welatan, di êrişeke bi moşekan de li herêma Belgorod a Rûsyayê 3 kes û di topbarana li bajarê Xerson ê başûrê Ukraynayê de 2 kes hatin kuştin.

 Waliyê herêma Belgorodê, Vyacheslav Gladkov der barê êrişan de agahî li ser Telegramê parve kir û got êriş li gundê Maslova Pristan ê kantona Shebekino yê nêzîkî sînorê Ukraynayê hate kirin. Her wiha destnîşan kir ku tesîseke xizmetguzariya civakî bi qismî zirar dîtiye û îhtîmal heye ku mirov di bin xirbeyan de asê mabin.

Waliyê herêma Xersonê, Oleksandr Prokudin ragihand ku 2 kesên bi temen di bombebarana bajarê de hatine kuştin.

Hêzên Ukraynayê di Mijdara 2022’an de Xerson ku 6 mehan di bin kontrola Rûsyayê de mabû, careke din xist bin kontrola xwe .

(bb)