Kongreya Îslama Demokratîk li Reqayê komcivînek li dar xist

Kongreya Îslama Demokratîk û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), bi sernavê "Nêrîna Siyasî û Olî der barê siberoja Sûriyeyê," li bajarê Reqayê komcivînek li dar xist.

Kongreya Îslama Demokratîk li Reqayê komcivînek li dar xist
Kongreya Îslama Demokratîk li Reqayê komcivînek li dar xist
Kongreya Îslama Demokratîk li Reqayê komcivînek li dar xist
Kongreya Îslama Demokratîk li Reqayê komcivînek li dar xist
Kongreya Îslama Demokratîk li Reqayê komcivînek li dar xist
Kongreya Îslama Demokratîk li Reqayê komcivînek li dar xist
Kongreya Îslama Demokratîk li Reqayê komcivînek li dar xist
Kongreya Îslama Demokratîk li Reqayê komcivînek li dar xist
Kongreya Îslama Demokratîk li Reqayê komcivînek li dar xist
8 cotmeh, 2025   15:41
REQA

Komcivîn li Navenda Çandê ya Reqayê hat lidarxistin. Siyasetmedar, oldar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tevlî komcivînê bûn.

Der barê nêrîna olî ya Kongreya Îslama Demokratîk serokê Komîteya Lihevhatinê ya Ehlulbeyt, Hisên El Teqis destnîşan kir ku rejîma berê ya Sûriyeyê ol ji bo xurtkirina desthilatdariya xwe bi kar anî, û diyar kir ku divê ol bibe egera ku hemû pêkhate li ser bingehek wekhev bi hev re bijîn.

Di derbarê nîrîna siyasî de, endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Beşîr Hemdan bal kişand ser girîngiya naskirina Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û danîna destûreke ku mafên rewa yên hemî pêkhateyan pêk bîne.

Şêwirmendê Meclisa Olî Qadî Mihemed diyar kir ku Îslama demokratîk alternatîfek pratîkî ya tundrewiyê ye û çanda diyalog û jiyana hevbeş pêş dixe.

Beşdarên komcivînê dan zanîn jiyana hevbeş û pêkanîna aramiyê, herêmên  Rêvberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modelek zindî ya rêveberiya demokratîk e, ku dikare bibe nimûneya siberoja Sûriyeyê.

(k)

ANHA