Di salvegera bîranîna şehîdên komkujiya Helincê de bangên mezinkirina têkoşînê

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbyayê şehîdên komkujiya Helincê bi bîr anîn û bang kir ku têkoşîn û berxwedana wan berdewam bibe ta ku şoreşa jin û gelên herêmê bi ser keve.

Di salvegera bîranîna şehîdên komkujiya Helincê de bangên mezinkirina têkoşînê
23 hezîran 2024   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Kombûna Jinan a Zenbûya bi rasthatina salvegera şehadeta endama Koordînasyona Kongra Star Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û dayîka Emîne daxuyaniyeke nivîskî weşand. 

Di daxuyaniyê de kombûnê her sê şehîd bi rêzdarî bi bîr anîn û diyar kir ku bîranîna wan dê her tim zindî be û dê têkoşîna jinên Rojava bibe minare ku rêya jinan ber bi pêşerojeke baştir ve ronî bike.

Di daxuyaniyê de kombûnê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê xwe li hember destkefiyên jinan û şoreşa wê ranegirtin ji ber wê jinên azad dikin hedef.

Di daxuyaniyê de kombûnê hedefgirtina jinên pêşeng ên şoreşê weka Bêrîvan Zîlan, Raperîn Amed, Şaristan Asmîn, Rîhan Amûde û hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwîş û cîgira wê Leyman Şiwêş û beriya wê ji sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve  bi bîr xist û diyar kir ku ev sûc li eniya mirovahiyê lekeyeke şermê ye.

Di daxuyaniyê de kombûnê bang kir ku têkoşînê li ser şopa şehîdan mezin bikin ta ku Sûriyeya demokratîk a pirreng û nenavendî û azad ava bibe û soz da ku rêya şehîdan ta serkeftinê berdewam bikin.

(şx)