Di rojnameyên erebî de bandorên muhtemel ên hilbijartinên DYAˈyê yên li ser Îranê

Rojnameyên erebî diyar kir kî jî di hilbijartinên serokatiyê ya DYAˈyê de bi ser bikeve dê xwezaya têkiliyên DYA û Îranê neguherîne. Rojnameyan îşaret pê kir ku dibe Îran beriya hilbijartinên DYA’yê bersiva êrişên Îsraîlê bide.

Di rojnameyên erebî de bandorên muhtemel ên hilbijartinên DYAˈyê yên li ser Îranê
1 mijdar, 2024   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Bandorên hilbijartinên serokatiyê yên DYA’ê yên li ser Îranê û bersiva Îranê ya li hemberî êrişên Îsraîlê rojevên îro yên rojnameyên erebî ne.

ˈÎRAN BI FIKAR HILBIJARTINÊN DYAˈYÊ DIŞOPÎNEˈ

Rojnameya El Ereb ku navenda wê li Londonê ye, bandora hilbijartinên serokatiyê yên DYAˈyê yên li ser Îranê kiriye rojeva xwe. Rojnameyê diyar kir Tehranê di şerê xwe yê li Rojhilata Navîn de hê jî bi wekîlên xwe ve aliqî maye. Rojnameyê bi bîr xist ku Îsraîlê jî şerê xwe yê li Xezayê li dijî tevgera Hemasê didomîne û êrişên wêranker li dijî Hizbullahê li Lubnanê pêk tîne.

Li gorî rojnameyê, Îran hîn jî zirarên êrişên Îsraîlê yên roja şemiya borî yên li ser xaka xwe dinirxîne ku wekî bersiv li hemberî 2 êrişên bi moşekan ên Tehranê hatin kirin.

Rojnameyê bi domdarî îşaret bi bandora cezayên navneteweyî yên li ser diravê Îranê (Riyal) jî û kir û da zanîn ku diravê Îranê li hember dolar di asta herî kêm de ye.

Li gorî rojnameyê, gelek îranî der barê namzetê ku dê ji welatê wan re baş be de, li hev nakin. Jixwe eger kesekî wekî ew dixwazin hebe. Hate gotin, şîrovekar dibînin ku rêyeke dijwar li pêşiya dan û standinên muhtemel ên DYA û Îranê heye û texmîn nakin ku guhertina nasnameya kesê di hilbijartinên sêşema bê de bi ser bikeve, vê rastiyê biguherîne.

‘BERSIVA BERSIVDAYÎNÊ: ÎRAN SOZ DIDE ÎSRAÎLÊ Û NETANYAHU GEFXWARINÊ DIDOMÎNE’

Tora El Eyn a Nûçeyan jî êrişên Îsraîl û Îranê yên li hemberî hev û rêbazên bersivdayînê nirxandin. Hate diyarkirin ku Îran ji ber êrişa Til Avîvê ya hefteya borî ya li ser binesaziya leşkerî ya Îranê, gefa "bersiveke dijwar" li Îsraîl xwar.

Rojnameyê ku nûçeyeke Ajansa Tasnîm a Îranê weşandiye, diyar kir ku rêveberê nivîsgeha lîderê olî yê Îranê Elî Xaminey got: "Êrişa vê dawiyê ya rejîma Îsraîlê ya li ser beşek ji welatê me giran bû. Wê Îranê jî bersiveke giran bide.”

Di dewama nûçeyê de hate gotin: "Tora nûçeyan a CNN a amerîkî ku ji agahiyên xwe ji çavkaniyên taybet wergirtine, diyar kir ku Îran difikire ku bersiveke giran bide Îsraîlê. Dibe ku bersiv beriya hilbijartinên serokatiyê yên DYAˈyê be ku dê 5ˈê Mijdarê pêk werin.”

(bb)