Şerê li Lubnanê didome: 12 kes hatin kuştin

Di êrişên duh ên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de leşkerekî artêşa Lubnanê û 11 kesên din hatin kuştin.

Şerê li Lubnanê didome: 12 kes hatin kuştin
1 mijdar, 2024   09:37
BEYRÛT

Artêşa Îsraîlê duh bajarokê Meqne yê li bakurê herêma Bîqa bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 5 kes hatin kuştin.

Artêşa Îsraîlê êrişî bajarokê Sehmer, Meşaraî Qaî û derdora bajarê Hermelê kir. Bi balafirên şer jî devera Hewş a Sûrê jî bi dijwarî bombebaran kir.

Li gorî SOHR’ê, balafirên şer ên Îsraîlê pir û deriyên sînor ên li herêma Qesîr a Sûriyeyê û depoyên çekan ên Hizbullahê yên li herêma Pîşesaziyê jî bombebaran kirin.

Di êrişa bi balafireke bêmirov a biçek a li dijî erebeyekê de berpirsê ewlehiyê yê Hizbullahê Ebas El Mewsewî hate kuştin.

Li navçeya Seydayê jî malek hat bombebarankirin. Di encamê de 5 kes hatin kuştin û çend kes jî birîndar bûn. Her wiha bajarokê Xeyam bi obîsan bi dijwarî hat topbarankirin. Deverên Şîhîn, Heyr Herfa, derdora bajarokê Cebîn, Tebnîn, Eynnata, Bint Cibêl, derdora bajarokên Cenata û Bafilê jî hatin topbarankirin. Li ser rêya Amiriye-Naqûrayê di êrişa li ser motorsîklêtekê de leşkerekî artêşa Lubnanê hat kuştin.

Ajansa Nûçeyan a Lubnanê ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê berbanga îro li başûrê Beyrûtê herêmên Xibêrî, Kefaat, Otostrad Seyid Hadî, derdora Komelgeha El Mectebe, rêya balafirgeha kevn, Tehwîta Xedîr, Riwês, Hirêk û Mirêcê bi dijwarî bombebaran kirin.

Li gorî ajansê di encama bombebaranê de bi dehan avahî hilweşiyan.

(bb)