Li Kampa Holê 2 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin

Di roja duyemîn a qonaxa sêyemîn a ‘operasoyna Mirovî û Ewlehî’ yê de li beşa Muhecîrat a Kampa Holê tuneleke ku 2 çeteyan xwe têde veşartibû, hat dîtin.

Li Kampa Holê 2 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin
28 ÇILE, 2024   13:32
HESEKÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD û YPJ`ê pêvajoya sêyemîn a ‘Operasyona Mirovî û Ewlehiyê’ de bi armanca tunekirina şaneyên DAIŞ`ê ku vê dawiyê li Kampa Holê çalak bûne, didomîne.

Di operasyonên lêgerînê de di nava beşa muhecîrat de hêzê tonelek hat dît ku 2 çeteyên DAIŞ`ê xwe tê de veşartibûn û her du çete girtin.

(şx)

ANHA