Di nava hêzên Afganistan û Pakistanê de pevçûn

Li herêma Kunar a sînorî ya nakok di navbera hêzên Aganistanê û Pakistanê de pevçûn derketin.

Di nava hêzên Afganistan û Pakistanê de pevçûn
17 kanûn, 2025   21:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên ragihandinê diyar kir ku di navbera hêzên parêzvanên sînor ên girêdayî hikumeta Talîbanê ya Afganistanê û hêzên artêşa Pakistanê li herêma Dangam a parêzgeha Kunar a nêzîkî sînorê nakok de pevçûn rû dan.

Li nêzî xeta Durand a sînorê ya herêma rojhilatê Pakistanê pevçûn derketin. Hikumeta Talîbanê bi xeta Duran weke sînorê navneteweyî ya rewa bi Pakistanê re nas nake.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, piştî leşkerên Pakistanê mûşek avêtin armancên li hundirê xaka Afganistanê bûyerê dest pê kir.

Vê êvarê, bêyî tu agahiyên der barê hejmara kuştî û birîndarên her du aliyan de, pevçûn sekinîn.

(fr)