Rewşenbîr: Banga aştiyê derfeteke dîrokî ye, divê Tirkiye xwedî li berpirsyariya xwe derkeve

Rewşenbîrên bajarê Helebê ji bo pêşxistina pêvajoya aştiyê ya ku Rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin, girîngî bi xwedîderketina li berpirsyariya dewleta Tirk da û destnîşan kir ku divê destûr li gorî misogerkirina mafên Kurdan were rastkirin.

Rewşenbîr: Banga aştiyê derfeteke dîrokî ye, divê Tirkiye xwedî li berpirsyariya xwe derkeve
Rewşenbîr: Banga aştiyê derfeteke dîrokî ye, divê Tirkiye xwedî li berpirsyariya xwe derkeve
Rewşenbîr: Banga aştiyê derfeteke dîrokî ye, divê Tirkiye xwedî li berpirsyariya xwe derkeve
Rewşenbîr: Banga aştiyê derfeteke dîrokî ye, divê Tirkiye xwedî li berpirsyariya xwe derkeve
18 kanûn, 2025   02:35
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Rewşenbîrên bajarê Helebê destnîşan kir ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan di 27'ê Sibata îsal de kiriye, ji bo dewleta Tirk derfeteke dîrokî ye ji bo ku têkiliyên dîrokî ji nû ve ava bike û baweriyê di nav civakên Kurd û Tirk de bide rûniştandin.

Di vê çarçoveyê de, endamê Malbenda Helebê ya Rewşenbîriyê û Navenda Roj a Lêkolînên Stratejîk Welîd Bekir got: “Banga Rêber Abdullah Ocalan taybet, bi cesaret û dîrokî bû û bandoreke mezin li raya giştî kir.”

Bekir diyar kir ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) jî bi gavên dîrokî xwedî li vê bangê derket, çekên xwe şewitandin, hêzên xwe ber bi Başûrê Kurdistanê ve vekişandin û rêbaza têkoşîna xwe guhart.

Bekir got dewleta Tirk gavên pêwîst û cidî ji bo pêşxistina pêvajoyê naavêje û bang li Enqereyê kir ku gavên pratîk biavêje û naveroka hevdîtinan bi raya giştî re parve bike.

Bekir destnîşan kir ku heta niha di destûrê de tu guhartin nehatine pêkanîn û ev jî bêcidiyeta dewleta Tirk di vê pêvajoyê de û di pêkanîna aştiyê de nîşan dide.

Hevseroka Malbenda Heleb a Rewşenbîrî Heyfa Hesen jî destnîşan kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan bi armanca dûrxistina herêmê ji şer û dagirkeriyê bû û got divê dewleta Tirk girîngiya vê bangê ji bo pêşeroja xwe bizane.

Heyfa Hesen got Rêber Abdullah Ocalan û PKK'ê erkên xwe yên dîrokî pêk anîn û bang li dewleta Tirk kir ku gavên cidî wekî rastkirina destûrê û îtîrafkirina bi maf û nasnameya kurdî biavêje.

Heyfa Hesen di dawiya axaftina xwe de got pêvajo tenê ji yek alî ve were pêşxistin bi ser nakeve û ji bo avakirina baweriyê divê têkilî ji nû ve bi awayekî adilane were avakirin.

(mh)

ANHA