Di nav de 3 zarok 37 kes li Lubnanê hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê deverên cuda yên Lubnanê bombebaran kirin, di nav de 3 zarok 37 kes hatin kuştin, her wiha Hizbullah jî ragihand ku wê bajarokek û baregehek Îsraîlê hedef girtine.

Di nav de 3 zarok 37 kes li Lubnanê hatin kuştin
10 mijdar, 2024   17:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di encama bombebarana li dijî bajarokê Elmat ê Cibêl ê bakurê Lubnanê de ji hêla artêşa Îsraîlê ve di nav de 3 kes 20 kes hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn. 

Her wiha di bombebarana bajarokê Dêr Qanûn ê li başûrê Lubnanê de 17 kes din jî hatin kuştin.

Di êrişeke hewayî ya li dijî bajarokê Dêr Qanûn Ras El Eyn ê qezaya Sûr de, 17 kes hatin kuştin.

Ajansa Wetenî ya Lubnanê ragihand ku artêşa Îsraîlê bêyî ku hişyariyê bide, êrişeke hewayî li dijî xaniyekî li bajarê Beelbek ê rojhilatê Lubnanê pêk anî.

Girêdayî wê, Hizbullah da zanîn ku çekdarên wê bajarokê Even Menahem ê bakurê Îsraîlê û baregeha Şiraxa ya bakurê bajarê Ekayê bi moşekan hedef girtin.

Wezareta Karên Derve ya Lubnanê da zanîn ku hikumeta Lubnanê biryar daye nêzî hezar û 500 leşkeran tev li artêşê bike û perwerde bike da ku 5 hezar leşkerên din li herêmê bi cih bike.

(mh/fr)