Meclisa Kar û Barên Civakî ya Şehba hat avakirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrîn û Şehba Meclisa Kar û Barên Civakî ava kir, hevserokatî û 6 endamên meclisê hilbijartin.

10 mijdar, 2024   17:11
ŞEHBA

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrîn û şehba li bajarokê Ehdas civînek li dar xist. Di civînê de, li gorî madeya 102ˋyan a Hevpeymana Civakî Meclisa Kar û Barên Civakî hat hilbijartin. Di civînê de endam û nûnerên ji Desteya Kar û Barên Civakî, nûnerên ji rêxistin û saziyên têkildarî kar û barên karker, cotkar, kedkar û pîşesazan, her wiha rêxistinên astengdaran û nûnerên ji saziyên têkildarî penaber û koçberan beşdar bûn.

Di civînê de hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrîn û Şehba Neimet Elîko Qanûna Meclisa Rehendên Neteweya Demokratîk xwend.

Piştî wê, li gorî madeya 102ˋyan a Hevpeymana Civakî Meclisa Kar û Barên Civakî hat avakirin, Reşîd Osman û Xedîce Îbo wek hevserokên meclisê hatin hilbijartin, Ebdullah Hesen, Xedîce Deqmaq, Şêrîn Ehmed, Hêvîn Şamo, Mistefa Hesen û Neimet Elîlo ji bo endamên meclisê hatin hilbijartin.

Meclis projeyên ku aliyên civakî û çandî yên kedkaran bi pêş dixe, pêk tîne, pergala aboriyê ku tê de keda jinê parastî ye, ava dike, astengdaran bi rêxistin dike, akademî û navendên taybet bi astengdaran ava dike ku wan di aliyên derûnî û pîşeyî de bi pêş dixe û desteka madî pêşkêşî kesên hewcedar dike.

(fr)

ANHA