Dewleta Îranê cezayê darvekirinê li Werîşe Mûradî birî

Dewleta Îranê cezayê darvekirinê li girtiya siyasî ya Kurd û Endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Warîşe Mûradî birî.

Dewleta Îranê cezayê darvekirinê li Werîşe Mûradî birî
10 mijdar, 2024   18:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaxa 15’an a Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Tehranê bi tohmeta “îsyanê” cezayê darvekirinê li girtiya siyasî ya Kurd û Endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Warîşe Mûradî birî.

Endama Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî bi sûcdariya ‘îsyanê’ bêyî ku were darizandin, ji 14 mehan zêdetir e li Girtîgeha Evînê di qawîşa jinan de girtî ye. Werîşe Muradî 10’ê Cotmehê ragihandibû ku ji bo balê bikşîne ser Îrana ku di bin rûpoşa îslama siyasî de her roj mirovan qetil dike û bi dar ve dike dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiribû û ev 19 roj bû di çalakiya greva birçûbûnê de bû.

Werîşe Mûradî li ser banga Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ya di 25’ê Cotmehê de, dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê anî bû.