Di medyaya erebî de xwepêşandanên li Sûriyeyê, tevgera Rûsya û lihevkirina DYA-Îranê

Medyaya erebî diyar kir ku li gelek herêmên Sûriyeyê bi mijara hesabpirsîna ji kesayetên girêdayî rejîma berê xwepêşandan û tevliheviyê ewlehiyê zêde bûn. Hate gotin, û çareserkirina vê dosyayê girêdayî pêkanîna edaletê ye. Têkildarî lihevkirina DYA-Îranê hate diyarkirin ku lihevkirin nayê wateya bidawîkirina krîzê, lê di heman demê de Îsraîlê dixe nava fikaran.

Di medyaya erebî de xwepêşandanên li Sûriyeyê, tevgera Rûsya û lihevkirina DYA-Îranê
16 hezîran, 2026   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Meydaya erebî di rojevên xwe yên vî sibehê de bal kişand ser tundî û tevliheviyên ewlehiyê yên li Sûriyeyê, rola Rûsya li Sûriyeyê, her wiha bandorên lihevkirina DYA û Îranê li ser herêmê û Îsraîlê.

‘SÛRIYE.. REDKIRINA VEGERA ŞEBÎHAYÊ VEGUHERÎ TEVGEREKÊ‘

Rojnameya Şerq El Ewsat ragihand ku li çend parêzgehên Sûriyeyê xwepêşandanên gel hatin lidarxistin û hate gotin "Xwepêşanderan ‘vegerandina Şebîhayê‘ yên alîgirên rejîma berê red dikin, dixwazin bi lez edaleta pêvajoya veguhêz pêk were û kesên destên wan di binpêkirinan de hebin, werin muhasebekirin."

Rojnameyê ku cih da nirxandinên şîrovekaran diyar kir ku zêdebûna xwepêşandanan asta zextên gel ên girêdayî dosyaya pêvajoya edaleta veguhêz nîşan dide. Her wiha destnîşan kir ku serketina desthilatê di rêvebirina van dosyasyan de aktora sereke ya xurtkirina istiqrara navxweyî ye.

Hate gotin, divê binpêkirinên berê hatine kirine, bi rêyên qanûnî werin çareserkirin ku mafên qurbanî û tawanbaran herduyan werin mîsogerkirin. Her wiha îşaret pê kirin ku paşxistina çareserkirina vê dosyayê dibe ku hêrsa gel zêdetir bike û baweriya bi saziyan kêm bike.

‘JI ARTÊŞÊ BER BI ENERJIYÊ VE: GELO WÊ RÛSYA VEGERE SÛRIYEYÊ?‘

Malpera Asas Media jî bal kişand ser mijara vegera Rûsyayê li Sûriyeyê û diyar kir ku Moskov hewl dide bi beşdarbûna di nûjenkirina saziyên leşkerî û binesaziya girîng de hebûna xwe xurt bike, di heman demê de çalakiyên şîrketên xwe yên elektrîkê, bendavan û parzûngehan de berfireh bike.

Li gorî malperê, "Rûsya pêşniyar dike ku hejmarek efserên berê yên Sûriyeyê ji nû ve tevlî pêvajoya ji nû ve avakirina saziya leşkerî bibin ku vê yekê wekî beşek ji hewildanên parastina yekitiya dewleta Sûriyeyê û pêşîgirtina li senaryoyên dabeşkirinê dibîne. Di heman demê de hemahengiyeke nerasterast bi Tirkiyeyê re li ser siberoja Sûriyeyê de dike. "

‘ÇIMA PEYMANA DYA-ÎRANÊ NAYÊ WATEYA BIDAWÎBÛNA KRÎZÊ?‘

Rojnameya El Ereb jî der barê lihevkirina DYA-Îranê de diyar kir ku dibe ku peyman rageşiya leşkerî kontrol bike û bazara enerjiyê aram bike, lê ev nayê wê wateyê ku krîza di navbera her du aliyan de bi dawî dibe. Rojnameyê sedema vê yekê spart çaresernekirina xalên bingehîn ên nakokiyê, bi taybetî bernameya nukleerî ya Îranê û bandora herêmî ya Tehranê.

Hate destnîşankirin ku lihevkirin, nakokiyê ji qada leşkerî vediguhezîne maseya diyalogê, di heman demê de pirsgirêkên siyasî û ewlehiyê yên domdar îhtîmala ji nû ve destpêkirina aloziyan di navbera her du aliyan de zêde dike.

 ‘PEYMANA AMERÎKA-ÎRANÊ NETANYAHU Û TRUMP DIXE NAVA FIKARAN‘

Ajansa Reutersê jî girêdayî heman mijarê ev nirxandin kir "Peymana demkî ya di navbera Washington û Tehranê de Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Serokê Amerîkayê Donald Trump dixe rewşek helwestên her ku diçe cudatir, nemaze ji ber ku Îsraîl bi fikar li her lihevkirinekê dinêre ku nêzîkatiyek berfireh ji bo çareserkirina bernameya nukleerî ya Îranê, hêza wê yên mûşekî û bandora wê ya herêmî nagire nav xwe."

Li gorî ajansê rayedarên Îsraîlê fikarên xwe anîne ziman ku dirêjkirina dan û standinan dê azadiya tevgera leşkerî ya Îsraîlê sînordar bike. Di heman demê de Netanyahu di mafê welatê xwe yên girtina tedbîrên parastinê de israr dike.

(bb)