Li Qamişlo rojbûna pêxember hat pîrozkirin

Kongreya Îslama Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê salvegera rojbûna pêxember li Qamişloyê pîroz kir.

Li Qamişlo rojbûna pêxember hat pîrozkirin
Li Qamişlo rojbûna pêxember hat pîrozkirin
Li Qamişlo rojbûna pêxember hat pîrozkirin
Li Qamişlo rojbûna pêxember hat pîrozkirin
Li Qamişlo rojbûna pêxember hat pîrozkirin
Li Qamişlo rojbûna pêxember hat pîrozkirin
Li Qamişlo rojbûna pêxember hat pîrozkirin
Li Qamişlo rojbûna pêxember hat pîrozkirin
14 îlon, 2024   21:32
QAMIŞLO

Kongreya Îslama Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navenda xwe ya bajarê Qamişlo bi beşdariya şênî, îmamên mizgeftan, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û nûnerên ji eşîrên Ereb bi şahiyekê rojbûna pêxember pîroz kir.

Di şahiyê de hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mihemed El Xirzanî banga jiyana hevbeş li gorî exlaqa îslamê kir.

Dûre bi navê Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk Emîne Ezo fezîleyên pêxmeber silav kir û got: "Ew pêxemberê rihmê, aştî û edaletê ye ku di rojbûna xwe de rê li pêş tevahî muslimanan vekir da ku hebûna xwe îsbat bikin."

Şahî bi ayînên olî û belavkirina şîrmeniyên dewam kir.

(fr)

ANHA