Di êrişên Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê de 7 kes hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê gelek cih bombebaran kirin. Li gorî Wezareta Tendusitiyê ya Lubnanê, di encamê de 7 kes hatin kuştin û 24 kes birîndar bûn.

Di êrişên Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê de 7 kes hatin kuştin
26 nîsan, 2026   14:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di encama êrişên 24 saetên dawîn ên artêşa Îsraîlê yên li ser başûrê welat de 7 kes hatin kuştin û ji wan 3 zarok 24 kes birîndar bûne. 

Li gorî çavkaniyên çapemeniyê îro (yekşemê) bajarokê Zewter a rojhilat, Yehmer El Şeqîf, Mîfdon û Dêr Siryan ji aliyê Îsraîl ve hatin bombebarankirin.

Her wiha bajarê El Xeyam hat bombebarankirin û teqîn li bajarokê El Teyîbê rû dan. Balafirên şer ê Îsraîlê nizim li ser herêmê digeriyan.

Di encama bombebaranê de xelk ji başûrê çemê El Lîtanî ber bi Seyda û Beyrût ve koçber bûn.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichai Adraee di nivîsekê de ku li ser hesabê xwe yê X'ê weşandiye hişyarî da şêniyên gelek bajaran ku bajarokan vala bikin.

(np)