Li Şamê di qezayeke trafîkê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 birîndar bûn

Li Şamê di encama qezayeke trafîkê de ji malbatekê kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 kesên din birîndar bûn.

Li Şamê di qezayeke trafîkê de kesekî jiyana xwe ji dest da û  2 birîndar bûn
26 nîsan, 2026   14:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li paytexta Sûriyeyê Şamê di qezayeke trafîkê de ji malbatekê şêniyê bi navê Ridwan Temo jiyana xwe ji dest da, hevjîna wî Ahîn Osê û xwişka wê Behrîn Osê birîndar bûn.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku malbat ji bajarê Qamişloyê ye, ji bo lênîrîna bijîşkî çûbû Şamê.

(k)

ANHA