Di êrişa li ser Hewlêrê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 3 birîndar bûn

Şeva borî çend carek bi dronên bombebarkirî êrişî ser bajarê Hewlêrê hat kirin. Di encama êrişan de karmendekî asayîşa balafirgeha Hewlêrê jiyana xwe ji dest da û 3 karmendên din jî birîndar bûn.

Di êrişa li ser Hewlêrê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 3 birîndar bûn
8 adar, 2026   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Waliyê Hewlêrê Umêd Xoşnaw têkildarî êrişên bi dronan ku şeva borî li ser Hewlêrê pêk hatin, ragihand şeva borî 9 caran bi dronan êrişî ser Hewlêrê hat kirin. Piraniya wan ji aliyê sîstema parastina asîmanî ya hêzên hevpeyman ve hatin têkşikandin.

Umêd Xoşnaw eşkere kir ku yek ji dronên ji hewade hat têkbirin, li cihekî balafirgeha Hewlêrê ket xwarê. Di encama ketina dronê de karmendekî asayîşa balafirgehê yê bi navê Welat Tahir ku bavê du zarokan bû, jiyana xwe ji dest da. Her wiha 3 karmendên din yên asayîşê jî birîndar bûn.

Çavkanî: Rojnews