Di êrişa Îsraîlê ya li Xezayê de herî kêm 27 kes hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê li Xezayê dibistan û mizgefteke bombebaran kirin. Hate ragihandin ku di bombebaranê de bi kêmanî 24 kes hatin kuştin û 93 kes jî birîndar bûne.

Di êrişa Îsraîlê ya li Xezayê de herî kêm 27 kes hatin kuştin
6 cotmeh, 2024   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Ragihandinê ya Hikumeta Xezayê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Îsraîlê li herêma Dêr Belehê ya naverasta Xezayê dibistanek û mizgeftek ku koçberên Filistînî lê diman bombebaran kirin.

Nivîsgehê diyar kir ku di bombebaranê de bi kêmanî 24 kes hatin kuştin û 93 kes jî birîndar bûne. Hate diyarkirin ku êriş danê sibehê  li dibistan û mizgefta nêzî Nexweşxaenaya Şuheda El Eqasa pêk hat.

Artêşa Îsraîlê jî bi daxuyaniyekê got wê "Li  terorîstên Hemasê yên ku di nava navendeke fermandarî û kontrolê de tev digeriyan, xistiye. Ev navend jî beşek ji avahiya Mizgefta Şuheda El Eqsa ya li herêma Dêr Belahê ye."

Li gorî daneyên Îsraîlê, ji 7’ê Cotmeha 2023’an an ku destpêka şerê li Xezayê ve hezar û 200 kes hatin kuştin û nêzî 250 dîl hatine girtin.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê jî ragihand ku di encama şerê salekê yê li Xezayê de nêzî 42 hezar filistînî hatin kuştin.

(bb)