Di êrişa Îsraîlê de berpirsekî Hizbûllah hat kuştin

Hat ragihandin ku berpirsekî Hizbûllah a Lubnanê li başûrê Lubnanê di êrişa li dijî wesayîta wî de hatiye kuştin.

Di êrişa Îsraîlê de berpirsekî Hizbûllah hat kuştin
29 adar, 2024   17:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê, ragihand ku berpirsê yekîneya fuzeyan a Hîzbûllahê ya li Lubnanê kuştine.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê artêşê ve hatiye dayîn wiha hate gotin, "Balafireke hêzên hewayî ya Îsraîlê roja Înê li herêma Bazouriyeyê li dijî alîkarê fermandarê yekîneya fuze û roketan Elî Ebdulhesen Naîmî êrişek pêk anî û di encama êrişê de hat kuştin."

Hat îdiakirin ku Elî Ebdulhesen Naîmî bi taybetî "berpirsê birêxistinkirin û plankirina êrişên li dijî sivîlên Îsraîlê ye."

Hizbûllahê derbarê vê êrîşê de hêj daxuyanî nedaye, lê da xuyakirin ku wan roja Înê li ser sînorê di navbera Îsraîl û Lubnanê de çeperên leşkerî yên Îsraîlê gulebaran kirine.

Li gorî rojnameya medyaya Lubnanê L'Orient Le Jour ji 8'ê Cotmehê û vir ve di encama êrîşên Îsraîlê de herî kêm 263 endamên Hîzbûllahê li Sûriye û Lubnanê hatine kuştin.

Di saetên sibê de jî li nêzî Helebê li dijî depoyeke fuzeyan a Hîzbûllahê êrîşek pêk hat û hat diyar kirin ku di encama êrîşê de herî kêm 8 endamên Hîzbûllahê û 36 leşkerên Şamê hatine kuştin.