Hêzên Iraqê li sînorê Dihokê xwe bi cih kirin

hêzên fewca 4 ya ser bi pasewanên sînor ên Iraqê ber bi sînorê Dihokê ketin rê û li gundê Serzêrî bi cih bûn.

Hêzên Iraqê li sînorê Dihokê xwe bi cih kirin
21 sibat, 2024   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên rojnews’ê duh bi şev beşek ji hêzên fewca 4 ya ser bi pasewanên sînor ên Iraqê ber bi sînorê Dihokê ve ketin rê.

Her wiha hate diyarkirin ku hêza Iraqê ya berbi sînorê Dihokê ve ketî rê, li gundê Serzêrî yê li sînorê navçeya Kanî masî ya ser bi parêzgeha Dihokê bi cih bûn.

Hêjayî gotinêye ku duh bi şev dewleta Tirk a dagirker herêma sînorê Dihokê bi dijwarî bombebaran kir û encamê de du pêşmergeyên bi navê Arif Taha (61) û Beşîr Emer Elî (68) hatin qetilkirin. Tê gotin 2 kesên din jî ji heman malbatê bi pêşmergeyan re bûn û heya niha aqûbeta wan nayê zanîn.

Di nava du mehên borî de rêzehevdîtin û serdanên rayedarên dewleta Tirk a dagirker ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê li gel berpirsên emnî û siyasî yên Iraqê çêbûn. Li gorî medya û pisporan armanca van serdanan ewe ku dewleta Tirk dixwaze li ser hinek deverên Herêma Kurdistanê êriş bide destpêkirin û dixwaze Iraq û herêm jî beşdarî vê êrişê bibe.