Cenazeyê şehîd Diyar Tebqa bi girseyî hat veşartin

Şervanê YPGˈê şehîd Diyar Tebqa (Îbrahîm El Elî) bi merasîmekê ji aliyê sedan kesî ve hat oxirkirin.

Cenazeyê şehîd Diyar Tebqa bi girseyî hat veşartin
Cenazeyê şehîd Diyar Tebqa bi girseyî hat veşartin
Cenazeyê şehîd Diyar Tebqa bi girseyî hat veşartin
Cenazeyê şehîd Diyar Tebqa bi girseyî hat veşartin
Cenazeyê şehîd Diyar Tebqa bi girseyî hat veşartin
Cenazeyê şehîd Diyar Tebqa bi girseyî hat veşartin
Cenazeyê şehîd Diyar Tebqa bi girseyî hat veşartin
6 kanûn, 2024   14:10
TEBQA

Şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şehîd Diyar Tebqa (Îbrahîm El Elî) ku 3ˈyê Mijdarê li kantona Efrîn-Şehbayê şehîd bûbû, îro bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin.

Bi sedan şêniyên kantona Tebqayê, tevî nûnerên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî beşdarî merasîmê bûn ku li Pakrewangeha Şehîdên Tebqayê hat lidarxistin.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Tebqayê Mehmûd El Sayil sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Şehîd Îbrahîm ji bo welatekî azad berdêla giran da, lewre hêjayî teqdîr û pîrozkirinê ye. Şehîd di bîr û dilên me de zindî ne."

Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Tebqayê Ehmed El Umer jî banga hevgirtina bi QSDˈê re kir û got: "Bê guman gelê me di pêvajoyeke dîrokî ya têkoşîn, berxwedan û şoreşê de ye. Parastina destkeftiyan bi fedakarî û yekitiya bi QSDˈê re tên mîsogerkirin û parastin. Şehîdan ji bo azadî û jiyaneke aştiyane berdêlên giran dan."

Di dewama merasîmê de serokê Meclisa Olî ya Kantona Tebqayê Ebdulmutelib El Betran jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û diyar kir ku şehîd di rêya parastina gel de canê xwe feda kir.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd Diyar Tebqa hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Di dawiyê de girseyê cenazeyê şehîd bi dirûşmên "Şehîd namirin" spart axê.

(bb)

ANHA