Di êrişa artêşa Tirk de leşkerekî Şamê birîndar bû

Di êrişa dewleta Tirk a dagirker de leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû.

Di êrişa artêşa Tirk de leşkerekî Şamê birîndar bû
8 ÇILE, 2024   15:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker bi droneke kamikaze nuqteya hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Ebdiko ya rojavayê Girê Spî ya dagirkirî bombebaran kir.

Li gorî agahiyên destpêkê, di êrişê de leşkerekî hikumeta Şamê bi navê Mehmûd Ekrem Xelef (22) birîndar bû.

(bb)