Di 24 saetan de bi 103 topan 11 gundên Minbicê hatin topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 24 saetan de 11 gundên Minbicê topbaran kirin.

Di 24 saetan de bi 103 topan 11 gundên Minbicê hatin topbarankirin
14 tebax 2024   19:13
NAVENDA NÛÇEYAN

 Li gorî agahiyên ajansa me bi dest xistine, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi guleyên obîsû hawnan 11 gundên Minbicê topbaran kirin.

Gundên hatine topbarakirin wiha ne: 14 top li gundê Kawiklî, 15 top li gundê Kohreyok, 12 top li gundê Toxar, 3 ton li gundê Hoşeriyê, 9 top li gundê Ewn Dadat, 15 top li gundê Cat, 5 top li gundê Elheyê, 10 top li gundê Dendeniye, 15 top li gundê Seyade,  2 fuze li gundê Muhsinlî, 8 top li gundê Qirtwêran, ketin.

Bi giştî bi 103 guleyên obîs û hawnan hatin hedefgirtin.

(fr)