‘Şertê baweriya bi Tirkiyeyê re azadiya fizikî ya Rêber Apo ye’

Parêzer Îsmet Îbrahîm û rêveberê PYD’ê Îsmaîl Mihemed destnîşan kirin ku dewleta Tirk tenê di gotinê de behsa aştiyê dike, lê gav ne avêtine, lewma şertê baweriya li hemberî wê azadiya fizikî ya Rêber Abdullah Ocalan e.

‘Şertê baweriya bi Tirkiyeyê re azadiya fizikî ya Rêber Apo ye’
20 nîsan, 2025   02:35
KOBANE
SARYA ŞÊXO

Endamê Yekîtiya Parêzeran a Kantona Firatê îsmet Îbrahîm û Endamê Komîteya Perwerdeyê ya PYD’ê ya Kantona Firatê Îsmaîl Mihmed têkildarî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Abdullah Ocalan û nêzîkahiya dewleta Tirk, ji ANHA’yê re axivîn. 

Îsmet Îbrahîm anî ziman ku dewleta Tirk bi xwe behsa aştiyê dike, lê di warê pêkanînê de tu gavan na avêje, tenê gotin heye, lê pêkanîn nîn e.

Îsmet Îbrahîm da zanîn ku dem dema aşitiyê ye, lewma divê dewleta Tirk gavên pratîk bavêje û got: "Doza Kurdî dozeke heq e, Kurd li ser axa xwe jiyan dikin. Eger dewleta Tirk tenê ji bo qezençkirina demê û dirêjkirina temenê desthilatdariyê nêzîk bibe, wê biqede. Bi azadiya fizikî ya Rêber Apo re wê gelê Kurd û hemû pêkhateyên din xwe bigihînin çareseriyê.”

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya PYD’ê Îsmaîl Mihmed jî anî ziman ku dewleta Tirk heta niha bi lîstokan xwestiye gelan bixapîne, lê êdî ev siyaset bi ser nakeve û wiha dom kir: “Êdî gel xwediyên projeyên çareseriyê ne. Ew jî projeya gelê Kurd e. Ev ne tenê ji bo gelê Kurd e, ji bo tevahî gelên li Tirkiyeyê dijîn e. Gelê ku li ser felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin û perwerde kiriye tu carî nayê xapandin û têkbirin,  mînaka wê jî berxwedana Kobanê ya 2014`an ne.”

Di berdewamiya axafrtinê de Îsmaîl diyar kir ku heta niha dewleta Tirk baweriyek ji bo çareseriyê nedaye, lewma gel baweriya xwe bi wê nayînin. Îsmaîl da zanîn ku ji bo baweriyê beriya her tiştî divê azadiya fizikî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were û got: "Em êdî bi lîstikan û tenê axaftinan nayên xapandin. Heta ku Rêber Apo bi awayekî fizikî azad nebe bawerî jî nabe.”

Îsmaîl Mihemed di dawiya axaftina xwe de got ku divê fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hîn zêdetir were belavkirin û têkoşîn were mezinkirin da ku zextê li dewleta Tirk bikin û ew jî gavan bavêje.

ANHA