Dewriyek Îsraîlê li girekî Quneytîrayê bi cih bû

Dewriyeke leşkerî ya îsraîlê derbasî bajarokê Seyda yê Colanê yê Quneytîrayê bû, bi ser malan de girt. Hemwextî jî hêzek din li girê Ebû Qubês ê Quneytîrayê bi cih bû.

Dewriyek Îsraîlê li girekî Quneytîrayê bi cih bû
28 îlon, 2025   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), dewriyeyeke leşkerî ya Îsraîlê ku ji 8 wesayîtan pêk tê derbasî bajarokê Seyda yê Colanê yê Quneytîrayê bû.

Dewriyeya Îsraîlê li hundirê bajarok bi ser gelek malan de girtin, lêgerîn dest pê kirin, navên hin malbatan hatin nivîsandin. Dewriyeyê hin madeyên xwarinê weke ard li wan malbatan belav kirin. piştre dewriye ji herêmê vekişiye.

Hemwextî wê alavên Îsraîlê weke kepçe, 2 tank û wesayîteke zirxî derbasî herêmê bûn û ber bi girê Ebû Qubês ê gundewarê başûrê Quneytîrayê çûn û li rojhilatê gir li têketina ku nuqteya rejîma berê lê bû, bi cih bûn.

Hêzên Îsraîlê binpêkirin û ketinên xwe li hundirê xaka Sûriyeyê li seranserî sînor bi ser wê ve dubare dikin. Di 26ˊê Îlona 2025ˊan de jî dewriyeke leşkerî ya Îsraîlê derbasî gundên El Arîde û Abdîn ê Hawiza Yermûk a rojavayê Derayê bû.

(fr)