'Dewleta Îranê siyasetek dijberî jinan dimeşîne'

Rojnamevan Newroz Demhat diyar kir ku dewleta Îran û dewleta Tirk bi hedefkgirtina rojnamevanên jin dixwazin planên xwe veşêrin. Newroz bang li rojnamevanan kir ku bi kamere û pênûsa xwe perglên despotî teşhîr bikin.

'Dewleta Îranê siyasetek dijberî jinan dimeşîne'
6 mijdar 2023   06:17
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM- ARAM EHMED

Zextên dewleta Îranê yên li dijî muxlifan zêde dibin. Dewleta Îranê ji bo ku dengê muxalifan bigire, rojnamvanên jin jî di nav de bi hezaran xwepêşandêr girtiye.

Rojnamevan Newroz Demhat bal kişand ser kiryarên dewleta Îranê yên li dijî xwepêşandêran û got: ′′Dewleta Îranê ji bo parastina pergala xwe ya olperest kiryarên çewsîner li dijî xwepêşandêran pêk tîne û dixwaze rojnamevanên jin bêdeng bike da ku wan ji mafên wan dûr bixe û serhildana wan têk bibe.′′

Newroz Demhat anî ziman ku rejîma heyî ya Îranê li ser esasê binpêkirina mafên jinan di bin navê ol û exlaqê de ava bûye û wiha dom da axaftina xwe: "Rejîma Îranê jinên ku li hemberî îdeolojî û planên wê radibin digire û mafên wan bin pê dike. Mînaka vê yekê girtina rojnamevanên ku piştgiriyê didin serhildana Jin Jiyan Azadî ye."

Newroz îşaret pê kir ku dewleta Îranê siyasetên dijberî doza jinan dimeşîne û armanc dike têkoşîna jinan a ji bo bidestxistina mafên xwe û mafên gelê xwe bişkîne.

Newroz anî ziman ku jinên wêrek ên ku ji bo mafên xwe têkoşînê dikin dibin hedefa rejîma Îranê.

Rojnamevan Newroz Demhat bal kişand ser kirinên "Polîsên Exlaqê" yên li dijî Jîna Emîn (22) û Armîta Girawend û got: "Yên ku exlaqê bin pê dikin ′Polîsên exlaqê′ yên Îranê ne. Dewleta Îranê ligel girtin û binpêkirinên li dijî jinan, hewl dide jinan ji tevahî qadên jiyanê dûr bixe. Dewleta Îranê li ser esasê olperestiyê ava bûye û siyaseta yek zilamî dimeşîne."

Newroz Demhat destnîşan kir ku dewleta Tirk têkildarî rojnamevanan heman zîhniyeta dewleta Îranê dimeşîne û wiha dom da axaftina xwe: "Tenê nav, serok û cogarfî cuda ne, lê rejîma û zihniyet yek e. Dewleta Tirk ji bo ku heqîqetê binixumîne bi dehan rojnamevanên Kurd girtiye û beriya çend rojan jî operasyoneke girtinê pêk anî, di encamê de hejmarek rojnamevan girtin.′′

Newroz Demhat got, dewleta Îran û dewleta Tirk zextê li dijî rojnamevanên muxalif dike ji ber ditirsin pergala wan a çewsîner a li dijî jinan û gelên herêmê aşkera bibin. Her wiha got, "Dewleta Tirk hedefkirina rojnamevanan wekî serkeftinekî ji bo xwe dibîne."

Rojnamevan Newroz Demhat di dawiyê de ev bang kir: "Ne tenê rojnamevanên jin, divê tevahî jin pergala konfederaliya demokratîk pêk bînin da ku bighêjin civakeke azad. Divê jin têkoşînê xurt bikin û berê kamere û pênûsa xwe bidin pergalên despotî û jinan ji kirinên çewsîner rizgar bikin."

(bb)

ANHA