Li bajarokekî Minbicê dînamoyeke avê hate bicihkirin

Saziya Avê ya bajarokê Ebû Qelqel ê Minbicê piştî qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, hewl da pirsgirêka avê çareser bike. Ji bo wê, dînamoyeke avê bi cih kir ku avê ji 30 hezar kesî re peyda dike.

Li bajarokekî Minbicê dînamoyeke avê hate bicihkirin
6 mijdar 2023   03:45
MINBIC

Ji ber qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, 30 hezar kes li 13 gundên Minbicê di peydakirina avê de gelek zehmetiyan dikişînin.

Ji bo peydakirina pêdiviyên xelkê wan gundan, Saziya Avê ya bajarokê Ebû Qelqel dînamoyeke nû li gundê Qeşle yê başûr rojahilatê Minbicê bi cih kir. Nemaze ku ava çemê zêde kêm bûye û hejmara niştecihên li herêmê zêde bûye.

Hevserokê Saziya Avê ya Ebû Qelqel Sedredîn El Himêdî diyar kir ku hêza dînamoya nû di her saetekê de 150 metrekab e. Her wiha anî ziman ku hêza her du dînamoyên berê di saetekê de 80 metrekab e ku êdî nikarin pêdiviyên şêniyan ji avê peyda bikin. Nexasim hejmara niştecihên li herêmê zêde bûye û ava bîran û çemê kêm bûye.

El Himêdî da zanîn ku piştî bi cihkirina dînamoya nû, rêjeya dayîna avê zêde bûye ku berê heftê çend saet bûn û niha bûye heftê 4 heta 5 rojan.

Gundên ku ji dînamoya nû sûd girtine ev in: Qeşle, Xalid, Şaş, Hec Hisên, Hemadat, Elûş, rêya di navbera Bendava Tişrînê û bajarokê Ebû Qelqel de û gundên li vê herêmê wek Til Erş, Sikawiye, Xurde, Qiriye, Sewacre û bajarokê Ebû Qelqel.

Welatiyê bi navê Himêdî El Himêdî yê ji gundê Qeşle destnîşan kir ku beriya bicihkirina dînamoya nû, gelek zehmetî di peydakirina avê de dikişandin, ji ber ku ava bîran di encama kêmbûna ava Firatê de, gelek daketiye.

Welatiyê bi navê Xelef El Ehmed got: “Piştî bicihkirina dînamoyê, zehmetiyên berê me dikişandin neman. Av heye. Xezanên me di 3 saetan de tijî dibin. Lê berê piştî 8 saetan xezan tije av dibûn.”

El Ehmed wiha domand: “Dînamoyên berê ji ber ku asta avê kêm bûbû, nekarî avê bigihînin gundan. Ji ber wê em neçar dibûn avê bi rêya sahrîcan bikirin. Carê me bi 50 hezarî av dikirî.”

Di dawiyê de El Ehmed spasiya hewldanên berpirsên saziya avê kir û got êdî av li gundan peyda dibe.

(şx)

ANHA