Başûr ji bo rojnamegeriyê cihekî ne ewle ye

Revandin, girtin û zextên PDK′ê, nîşan didin ku Başûrê Kurdistanê ji bo rojnamevanan û karê rojnamegeriyê cihekî ne ewle ye.

Başûr ji bo rojnamegeriyê cihekî ne ewle ye
6 mijdar 2023   02:35
KOBANÊ

Rêxistinên navneteweyî behsa zextên PDK′ê yên li dijî rojnamevanan dike. Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) di gelek boneyan de bal kişand ser binpêkirinên li Başûrê Kurdistanê yên li dijî rojnamevanan.

Li gorî RSF′ê, ji destpêka sala 2023′yan heta dawiya meha Îlonê ve, derdora 20 rojnamevan li Başûrê Kurdistanê hatin girtin. RSF′ê hişyarî da ku li Başûrê Kurdistanê asta binpêkirin û riska li ser azadiya rojnamegeriyê zêdetir bibe.

Sandîqeya Rojnamevanan a Başûrê Kurdistanê jî ragihand ku di nîvê yekemîn ê sala 2023′yan de 44 binpêkirinên azadiya rojnamegeriyê hatine belgekirin.

Yekitiya Rojnamvanên Kurdistanê jî ragihand ku di 6 mehên destpêkê yên sala 2023′yan de, li dijî 80 rojnamvanî 41 caran binpêkirin hatine kirine.

25′ê Cotmehê rojnamevan û edîtorê beşa erebî yê Ajansa Rojnews′ê Silêman Ehmed dema ji Sûriyeyê diçû Başûrê, li deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) ji aliyê desthilata PDK′ê ve hat revandin. Rojnamevan Silêman Ehmed bi awayekî qanûnî ji Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê hatibû Bakur û Rojhilkatê Sûriyeyê.

RSF′ê, bi peyamekê ku li ser X’ê parve kir, nîgeraniya xwe li ser girtina Silêman Ehmed nîşan da û got: ′′ Silêman Ehmed ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê ve li ser sînorê Sûriyeyê hate girtin û hêzên emnî yên Kurdistanê divê demildest Rojnamevan Silêman Ehmed berdin.”

Di 20′ê Tîrmeha borî de, Dadgeha Cezayan a Hewlêrê ya di bin kontrola PDK′ê de cezayê 4 salan girîgeh da rojnavman Şêrwan Şêranî.

Şêrwanî  ku dozên gendeliya rayedarên PDK′ê keşif kiribû, di sala 2020′î de tevî hevalên xwe Guhdar Zêbarî, Harîwan Îsa, Ayaz Kerem û Şivan Seîd hat girtin.

Navenda Metro ya Parastina Mafên Rojnamevanan di sala 2021′ê de ragihandibû ku 353 binpêkirin li dijî 260 rojnamevan û saziyên ragihandinê çêbûne. Li gorî daneyên Metro, di sala 2022′yan de jî 431 binpêkirinên li dijî rojnamevanan hatine kirin, lê Sendîqeya Rojnamevanan a Herêma Kurdistanê jî ragihand ku 73 binpêkirin li dijî rojnamevanan hatine kirin.

Sazî û rêxistinên ku binpêkirinên li dijî rojnamgeriyê li Başûrê Kurdistanê dişopînin, diyar dikin ku azadiya rojnamgeriyê paş ketiye.

(bb)

ANHA