Dewleta  Îranê 3 kolber birîndar kirin

Medya Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku duh li sînorê Bane 3 kolber di encama gulebarana hêzên rejîma Îranê de birîndar bûne.

Dewleta  Îranê 3 kolber birîndar kirin
30 kanûn, 2023   17:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê, duh li sînorê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, di encama gulebarana hêzên rejîma Îranê de 3 kolber birîndar bûne.

Her wiha hate diyarkirin ku kolberên birîndar bûne bi navê Mehdî Sîmayî xelkê Seqîz, Arman Mihemedî xelkê Sine û Mîhran xelkê Kamyaran e.

Hate ragihandin ku kolberên birîndarbûne rakirine nexweşxaneyê.