Xelkê kantona Cizîrê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin

Li bajarên kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirekr çalakiyên curbecur hatine lidarxistin.

30 kanûn, 2023   18:10
HESEKÊ

Xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêrsa xwe li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî avahiyên xizmetguzarî û cihên stratejîk nîşan da. Der barê mijarê de li Dirbêsiyê meş hate lidarxistin, Tevgera Hîlala Zêrîn, rûspiyên eşîrên Ereb li Hesekê û Şedadê daxuyanî dan.

DIRBÊSIYÊ

Ciwanên navçeyên Til Temirê, Dirbêsiyê, Zirgan û bajarê Hesekê, endamên saziyên sivîl ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê meşek li dar xist. Meş ji pêş mizgefta Hac Sultan a Dirbêsiyê ber bi kolana sereke ya aliyê rojhilatê navçeyê de dest pê kir.

Li wir endama rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan a Dirbêsiyê Êlîza Hiso axivî û behsa serkeftina gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrişên xwe li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pêkanîna komkujiyan li dijî gel hewl dide gelên herêmê koçber bike û demografiya herêmê biguherîne."

Êlîza wiha domand: "Em ê li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin û armancên şehîdan pêk bînin."

Her wiha endama rêvebera Kongra Star a Dirbêsiyê Fatme Keleş axivî û wiha got: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî derbeyên giran li çiyayên Kurdistanê xwarin, pêk hatin."

HESEKÊ

Tevgera Hîlala Zêrîn a Hesekê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî cihên stratejîk û xizmetguzarî daxuyaniyek da.

Endama tevgerê Sîmaf Ebdû li pêş Çerxerêya Sînalko ya li Til Hecerê bi beşdariya endamên saziyên sivîl daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê êrişên hovane û ketober pêk tîne û armanca wê şikandina vîna gelan, rêgezên neteweyî û nîştimanî ye.

Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin sûcên dewleta Tirk a dagirker li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne hovîtiya wê li dijî gelên azadîxwaz û metirsiya wê ya ji projeya neteweya demokratîk nîşan dide.

ŞEDADÊ

Li navçeya Şedadê jî rûspiyên eşîrên Ereb û Meclisa Navçeyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê bi daxuyaniyekê şermezar kirin. endamê rêvebera Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Şedadê Fadil El Ehmed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin hemwextî şahiyên cejna Noelê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewleta Tirk a dagirker êrişî binesazî, jêderên petrol, enerjî, nexweşxane û avahiyên stratejîk kirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bêdengiya navneteweyî der barê êrişên de gelek pirsnîşanan çêdike.

Di dawiyê de bang li civata navneteweyî hate kirin destwerdanê bike, êrişên dewleta Tirk bi dawî bikin, mafên gelê Sûriyeyê misoger bikin û îstîqrara herêmê vegerînin.

(fr)

 ANHA