Şehîd Elî El Efrît hat oxirkirin

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Elî  Mihemed Emîn El Efrît bi merasîmekê hat oxirkirin.

Şehîd Elî El Efrît hat oxirkirin
Şehîd Elî El Efrît hat oxirkirin
Şehîd Elî El Efrît hat oxirkirin
Şehîd Elî El Efrît hat oxirkirin
Şehîd Elî El Efrît hat oxirkirin
Şehîd Elî El Efrît hat oxirkirin
Şehîd Elî El Efrît hat oxirkirin
Şehîd Elî El Efrît hat oxirkirin
30 kanûn, 2023   17:29
MINBIC

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Elî Mihemed Emîn El Efrît duh (29’ê Kanûna 2023’yan) dema erka xwe bi cih dianî şehîd bû.

Bi sedan şêniyên kantona Minbicê bi merasîmekê cenazeyê şehîd Elî El Efrît li Goristana Şehîdan a Minbicê spart axê.

Ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyeke rêz hat girtin. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Elaa Cuma El Elî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Em soz didin şehîdan em ê têkoşîna wan bidomînin. Em bi şehadeta wan serbilind in. Şehîd rêya me ronî dikin û meşaleya şoreşa me ne."

Endamê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed El Cadir jî got: "Bi saya şehîdan em li vir in. Bi saya fedakariyên wan em li ser pêyan in. Em şehîdên xwe dispêrin axê, lê rihê wan di dilê me de zindî ne."

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Kantona Minbicê Mihemed Elî El Ebo bal kişand ser êrişn li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têne kirin û wiha got: "Pergalên îdiayê demokrasî û mirovahiyê dikin dixwazîn xewn û xeyalên me têk bibin. Di demekê de ku cîhan sala nû bi şahiyan pêşwazî dike em sala nû bi top û obîsan pêşwazî dikin."

El Ebo anî ziman ku civaka navneteweyî û dewletên garantorên dosyaya Sûriyeyê berpirsên sûcên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têne kirin e û ev bang kir: "Em bang li wan dikin ku herkîna xwînê rawestînin."

 Di dawiyê de wesîqeya şehîd ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdn Huzeyfa El Ebdo ve hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.  Cenazeyê şehîd bi dirûşman hat veşartin.

(bb)

ANHA